Ji Îranê gefa Tengava Hirmuzê: "Wê ji bo demek dirêj bê girtin"
Îranê li dijî DYE û Îsraîlê gefa demeke dirêj girtina Tengava Hurmuzê xwar. Li herêmê jî pevçûn belav dibin û êrîşên beramber zede dibin.
Îranê li dijî DYE û Îsraîlê gefa demeke dirêj girtina Tengava Hurmuzê xwar. Li herêmê jî pevçûn belav dibin û êrîşên beramber zede dibin.
Di şerê navbera Îran û DYE-Îsraîlê de asteke nû hate derbaskirin. Berdevkê leşkerî yê Îranê Ebulfazl Şekarçî ragihand ku Tengava Hurmuzê wê li dijî DYE û Îsraîlê "demeke dirêj were girtin."
Ev gefa li dijî Tengava Hurmuzê ku beşeke girîng a bazirganiya petrolê ya cîhanê jê derbas dibe, nişan da ku bandora aborî ya gerdûnî ya şer dikare hîn kûrtir bibe. Rayedarê Îranê diyar kir ku êrîşên li dijî binesaziya sivîl wê Îranê neçarî gav şûnde avêtinê neke.
ÊRÎŞ BERFIREH DIBIN
Êrîşên li qadê jî bi hemwextî zede bûn. Artêşa Îranê ragihand ku di êrîşa hewayî ya li dijî herêma Kirmanşanê ya li rojavayê Îranê de fermandarekî yekîneyeke mûşekên balîştîk hatiye kuştin. Hate diyarkirin ku di heman êrîşê de hin fermandarên di nava yekîneyê de jî hatiye hedefgirtin.
Her wiha hate diyarkirin ku pireke stratejik a ku Tehran û Karajê bi hev re girê dide, hatiye xistin û êrîş armanc kiriye ku xetên sewqiyatê yên mûşek û balafirên bê mirov ên Îranê qut bike.
Îranê jî ragihand ku ew êrîşên xwe berfireh dike.
ENIYA HERÊMÎ BERFIREH DIBE
Asta herêmî ya pevçûnê jî kûr dibe. Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew tespit kirine ku ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve mûşekek hatiye avêtin û ew pergalên parastiya hewayê xistine dewrê.
Piştî êrîşên li dijî Îranê, li Îsraîlê jî windahiyên canî û birîndarî çêbûn. Hate diyarkirin ku di êrîşên dawî de herî kêm 2 kes birîndar bûne, ji destpêka şer ve jî bi hezaran kes birîndar bûne.
Wezîrê Karên Derve yê Bahreynê ku li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî axivî, diyar kir ku gefên li ser Tengava Hurmuzê di aliyê aboriya gerdûnî de xwedî xeteriyên cidî ne. Hate diyarkirin ku qirtina Tengavê wê encamên giran li ser sewqiyeta enerjiyê, zincîrên xurekê û bazirganiya navneteweyî bike.